‘Nagîhan Akarsel dixwest dîroka jinan bi destê wan ji nû ve bê nivîsandin’
Heval û hevkara Nagîhan Akarsel Dr. Şîrîn Hisên di çaremîn salvegera çûyîna wê de ew bi bîr anî û got ku; wê her dem digot: “Divê li ser hêz û cewhera veşartî yê jinan bixebitin”. Û diyar dikir ku mirov dikare bi hêza jinan şoreşek li dar bixe.
HÊVÎ SELAH
Silêmanî – Di 4’ê Cotmeha 2022’an de, Nagîhan Akarsal a bi navê ‘Heval Zîlan’ dihat nasîn, li Silêmaniyê bi êrîşeke çekdarî hat kuştin. Nagîhan Akarsel ne tenê rojnamevan bû, di warê dîroka jinan de lêkolînereke pêşeng bû. Ew yek ji damezrînerên Akademiya Jineolojiyê û endama desteya weşanê ya kovara Jineolojiyê bû. Bi salan li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê di nava têkoşînê de bû. Hedefgirtina Nagîhan Akarsel bû sedema bertekek xurt a navxweyî û navneteweyî. Rêxistinên jinan û rojnamevanan bi tundî sûcdarên vê tawanê şermezar kirin. Heta niha jî hevalên wê, navendên jinan û çalakvan tekez dikin ku divê tawanbarên vê tawanê bên darizandin û cezakirin.
Der barê jiyan û karê Nagîhan Akarsel de heval û hevkara wê Dr. Şîrîn Hisên bersiv da pirsên nûçegihana ajansa me.
Çar sal di ser kuştina Nagîhan Akarsel re derbas bû di vê pêvajoyê de hûn xebata çapemeniya azad çawa dibînin?
Berî her tiştî, em Nagîhan Akarsel bi rêzdarî bi bîr tînin. Her çendî tenê bi awayekî fîzîkî ji nav me bar kiribe jî ruhê wê bi me re ye. Şehîd Nagîhan her dem di dilê me de ye; ew ne tenê rojnamevan bû, lêkolînerek bi giyanê xwe tevlî kar dibû. Bi taybetî karê medya azad, ji bo gihandina dengê jinan ji bo cîhanê û îsbatkirina deng û rengê jinan ê taybet dixebitî. Şehîd Nagîhan li ser riya xwe ya rast îsrar kir. Divê em qet dev ji karê xwe bernedin û heta bigihîjin armanca xwe, berdewam bikin. Bêguman rojnamevanên jin ên Kurd bê parastin in. Ger bihatana parastin, Nagîhan dê niha bi me re bûya. Em ê her dem li ser riya wê bin û felsefeya wê berdewam bikin. Ji ber ku divê jin dîroka xwe ji nû ve binivîsînin. Nagîhan Akarsel ji bo jin dîroka xwe bi pênûsa xwe binivîsînin, ne bi ya kesek din û ne jî bi hizreke mêrane, têkoşiya. Di dîroke bi xwe de jî li dijî jinan zilmeke mezin hatiye kirin. Li gorî şert û mercên serdeman guheriye, di nava dîrokê de gelek jin ji mafên xwe bêpar mane.
Çima Nagîhan Akarsel dixwest dîroka jinan ji aliyê wan ve ji nû ve bê nivîsandin?
Hevala Nagîhan bi vekirina navendeke akademîk û çandî ya weke Arşîv û Navenda Pirtûkan a Jinên Kurd li Silêmaniyê, xewna jinên Kurd pêk anî û bû mala jinên Kurd. Heta niha di çalakî û xebatên di nava van çar salan de, 400 pirtûk ji aliyê jinên Kurd ve, wergerî zimanê Kurdî hatine kirin. Di navenda me de komeke jinên çalak hene, hemû jî ji bo pêkanîna xewnên hevala Nagîhan û veguherandina navendê ji bo navendeke akademîk dixebitin.
Di fikrên Nagîhan Akarsel de azadiya jinan çawa bû?
Azadiya jinan, li gorî nêrîna hevala Nagîhan, ne tenê bi xebata jinan di peywirên fermî û siyasî de sînordar bû. Dixwest jin xwediyê azadiya hizra siyasî ya mirovî bin. Dixwest jin bibin biryarder û xwediyên fikra azad bin. Dikarim bibêjim ku felsefeya Nagîhanê ew bû ku divê jin xwedî fikreke azad bin da ku bikaribin di navendên biryardayînê de xwedî biryar û gotina xwe bin. Azadiya fikir ew e ku mirov bizanibe li ku derê ye û ji kîjan çandê tê. Dema ku mirov Kurd û jin be, gelek girîng e bizanibe mafên wan çi ne û çawa ji bo wan têdikoşe. Azadiya jinan ne tenê di çarçoveyek de ye.
Çima welatên bihêz ji jinên hişyar û xwedî fikrên azad ditirsin?
Dema ku Nagîhan dixwest ji mala xwe biçe Navenda Jineolojiyê û li wir dest bi karê xwe bike, li cihê herî qerebalix ê bajêr hat hedefgiritin. Biryara vê êrîşê ji aliyê kesê herî tirsonek ve hat dayîn. Ji ku derê be bila be, em dizanin ew biryar ji ku derê hatiye. Ew ji hêza jinan ditirsin, ji ber hêza jinan a taybet heye û jin dixwazin cîhan di nava aştiyê de be. Lê ew ji ramana azadiyê û jinbûnê ditirsin. Kesên ku ev tawan pêk anîn, gelek tirsonek in. Ji ber wê jinên herî baş û aştixwaz hedefgirtin. Nagîhan ne tenê ji bo warê jineolojiyê û navendeke taybet bi jinan re dixebitî, bi rastî ji bo mirovahiyê dixebitî û xebata ji bo vê yekê bi rastî zehmet bû. Hemû kes nikarin bibe mirov. Hevala Nagîhan jinek li ser xwe bû, dema em bi wê re rûdiniştin, me hîs dikir ku ew xwedî huner, çand û aramiyê ye. Me her dem behsa vekirina navendek ji bo jinan dikir. Cihekî ku jin bikaribin tê de bi awayekî azad bixebitin û serdanê bikin. Wê her dem digot ku jin gelek wêrek û jêhatî ne û divê ew hêz û jêhatîbûnên ku di dilê wan de ye, bê dîtin, li ser wan xebat bên meşandin. Nagîhan Akarsel bi awayekî serbixwe tenê ji bo jinan dixebitî û her dem digot divê em li ser hêza veşartî ya jinan bixebitin û diyar dikir ku jin dikarin bi hêza xwe şoreşê pêk bînin.
Nagîhan Akarsel dixwest dîroka jinan çawa bi awayekî rast ji nû ve bê nivîsandin?
Nagîhan piraniya xebata xwe li ser çanda devokî dikir, ji ber di wê demê de asta perwerdeya jinan kêmtir bû. Nagîhan bi berdewamî li ser wê yekê dixebitî ku nivîsên devkî bike pirtûk, da ku bên parastin. Wê gelek bi baldarî û cidî kar dikir. Dema wê gotarek tomar dikir, çend caran behsa wê dikir û li ser wê dixebitî. Ew li riyên ku dengê razayî yê jinan bike deng û wan dubare zindî bike digeriya.
Di salvegera çaremîn de hûn dixwazin çi bibêjin?
Bêguman em ê di vê rojê de ne bigrîn, ne jî şînê bigrin, ji ber ku ew tenê bi fîzîkî ne li vir e, felsefe û ruhê Nagîhan Akarsel di nava me de ye. Em di vê rojê de wê bi bîr tînin û dibêjin; tu ne bi me re yî, ruhê te bi her jineke Kurd re ye. Em jin dê riya Nagîhan bişopînin û wê wekî riyeke pîroz bihesibînin û em ê dest jê bernedin. Hêvîdar im ev roj bibe roja vekirina gelek navendên din ên arşîv û pirtûkên jinan, mîna ya ku li Silêmaniyê heye. Di dawiyê de, ez ji heval û hevrêya xwe Nagîhan re dibêjim ku te pir zû em hiştin lê heta ku em bijîn, em ê dev ji rê û têkoşîna te bernedin. Hêvî dikim rojekê em ê bi malbata wê re rûnin û der barê zarokatiya Nagîhan de biaxivin. Divê jin xwe û fikrên xwe azad bikin. Divê em bikaribin bi zîhniyeta jinan li navendên biryardayînê xwe weke jin îsbat bikin û bibin xwediyên wêrekî, azadî, mirovahî û nasnameya jinan, da ku hevala Nagîhan bi me serbilind be.